Quantcast
Channel: Dosya – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 197

Ji xweliya xwe jiyanek nû vejand

$
0
0

RIZGAR DENÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Şengalê ku di fermana 73’yan re derbas bû, bi saya berxwedana PKK’ê û avakirina hêzên xwe yên cewherî, ji xweliya xwe jiyaneke nû vejand.

Di demeke ku KCK’ê banga lidarxistin Kongreya Netewî li hemû aliyên kurdî dikir, rayedarên PDK’ê derketin ekranan û daxuyaniyên mîna ger PKKji Şengalê dernekeve, em ê hêzên xwe yên çekdar bikin dewrê de” dan.

Lê PKK wê çima ji Şengalê derkeve û niha tê xwestin car din Şengal vegere hembêza kîjan hêzê? PDK çima dixwaze PKK ji Şengalê derkeve? Mijarên sereke ku divê bersivên wan bên kolandin.

Lê ya girîng û li holê ye, PKK di nav 2 salên pêvajoyên fermana 73’yan, rizgarkirina Şengalê û avakirina wê de rolek çawa lîst. PKK êzîdiyên Şengalê çawa parastin û Şengal gihand çi astê?

Di vê dosyaya xwe de, me hewl da xebatên ku di nav 2 salan de li Şengalê pêk hatin ku PKK derfet li pêşiya gelê êzîdî vekir ku bi xwe xwe rêxistin bikin û statoya xwe ya xweser ava bikin.

Warê Êzîdxanê, qurbaniya polîtîkaya PDK

Şengal li gora pergala Iraqê girêdayî parêzgeha Nînowa ye. Bi xwe warê gelê Êzidî û baweriya Êzdayetiyê ye. Êzîdî wê weke “Êzîdxanê” jî pênase dikin.

Di encama siyaseta partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê, bi taybet PDK di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 73’yan hat serê Êzidiyan. Di şeva 2’yê Tebaxê de, bi êrîşeke DAIŞ’ê re, derdora 10 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 5 hezar leşkerên Artêşa Iraqê ji Şengalê reviyan û Êzidî di nav pencên çeteyan de hiştin. Bi hezran êzîdî hatin kuştin, bi hezaran jin û keçên ciwan dîl ketin destên çeteyan de. Hina jî çarenûsa sedan sivilên Êzidî ne diyar e.

Gerîllayan Êzîdî ji komkujiyek mezintir rizgar kirin

Piştî DAIŞ Mûsil dagir kir, PKKket ferqa êrîşek din a dijî Şengalê. Lewra 12 gerîlayên xwe şandin Şengalê. 12 siwar ji çiyayên azad xwe berdan xwarê û bi awayekî veşartî ketin Şengalê. Lê beriya fermanê 3 gerila ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin. Ango roja fermanê tenê 9 gerîlayên HPG’ê amade bûn. Van riya çiyayê Şengalê ewle kirin û sedhezaran Êzidî ji navçe û bajarokên Şengalê gihandin çiyê.

Paşê HPG û YJA-STAR’ê 2 tabûrên xwe ji Qendîlêşandin herêmê. Şervanên YPG-YPJ’ê jîji bajaroka Cezzayêkorîdorek mirovahiyê ya 70 km vekirin û Êzidî derbasî Rojava kirin.

Piştî hêzên PKK’ê rê li ber firehbûna DAIŞ’ê girtin, wan di nav Şengalê de derfeta avakirina jiyanek nû ku karibin hebûna xwe di nav de biparêzin, li pêşiya êzîdiyan vekir.

Êzîdî bûn xwediyên hêzeke parastinêSENGAL001

Êzidiyê ku rastiya PDK’ê nas kirin, piştî fermanê biryar dan ku hêzek xwe ya parastinê ava bikin da ku karibin bi xwe hebûna xwe biparêzin. Bi rastî jî di Sibata 2015’an de Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin û bi hezaran keç û xortên ciwan ên êzîdî berê xwe dan refên van herdu hêzan. Paşê YBŞ/YJŞ’e bi awayekî fermî ji aliyê dewleta Iraqê ve hatin qebûlkirin.

Ji ber hîna wê demê metirsiya DAIŞ’ê mezin bû û gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê erka perwerdekirina ciwan û keçên Êzidî girtin ser xwe. Heya niha bi hezaran ciwanên Êzidxanê ji aliyê gerîlayan ve hatin perwerdekirin.

Şengal rizgar kirin

Bi saya berxwedanek bê hempa ku bi sedan keç û xortên êzîdî, gerîlayên HPG û YJA-Starê û şervanên YPG/YPJ’ê tê de şehîd bûn, di 13’ê Mijdara 2015’an de navenda bajarê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Wê demê êzîdiyan gotin “PKK em rizgar kirin û derveyî PKK’ê tu kes ji bo me tiştek nekir”.

8 hezar malbat vegeriyan

Piştî bajarê Şengalê ji çeteyan hat rizgarkirin û hêzên navburî alîkariya wî misoger kirin, bi hezaran êzîdiyên koçber vegeriyan warê xwe yê di bin ewlehiya hêzên HPG/YJA-Star/YBŞ û YJŞ’ê. Roj bi roj pêla vegerê dijwartir dibû. Ji serê sala 2016’an ve, 8 hezar 700 malbatên êzidî ji Başûr û gelek deverên din ên cîhanê veriyan Şengalê. Hîna jî pêla vegerê ranewestiya ye.

Tevna civakî

Di vê navberê de, PKK riya bûyîna xwedî statoyekê li pêşiya êzîdiyan vekir. Di 14’êÇileya 2015’an de êzîdiyan Meclîsa Avaker a Şengalê ava kirin. Meclîsê erka rêxistinkirina gel, parastina wan û perwerdekirinê girt ser xwe. Paşê hemû saziyên li herêmê hatin avakirin, nûnertiya xwe di meclîsê de destnîşan kirin. Niha meclîs ji 34 kesan, 14 komîteyên sereke pêk tê.

Di sala dawî de, Meclîsa Avaker bi dehanhevdîtin bi şandeyên derve û yên hatin Şengalê re pêk anîn. Meclîsê ji van şandeyan daxwaz kir ku Şengal weke herêmek Xweser bê qebûlkirin, fermana 73’yan wekî jenosit bê naskirin, kesên destên wan di fermanê de hene werin cezakirin û mafên Êzidiyan werin naskirin.

Jinên azad..

Jinên Êzidî jî bûn xwediyên biryara bi îradeya xwe jiyankirin û xwerêvebirinê. Van xwe rêxistin kirin û Meclîsa Jinên Êzidî avakirin. Rol û misyona vê meclîsê rêxistinkirin û perwerdekirina jinan e. Lê ji ber ku her çû hijimara jinên Êzidî li Şengalê zêde bû, Meclîsa jinê di konferansa xwe ya 25’êÎlonê de biryar daku veguhere Tevgerê û navê xwe kir Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan (TAJÊ). Meclîsa TAJÊ’yê niha ji 31 jinan pêk tê.

Ewlehiya hudirîn; Asayîş

Dîsa êzîdiyan dikaribûn hêzên ewlehiya hundirîn jî ava bikin. Di 6’ê Tirmeha 2016’an de Asayişa Êzidxanê hate avakirin. Heya niha 3 dewreyên amadekirin û gihandina endamên Asayîşe bi dawî bûn. Êdî li şûna YBŞ’ê Asayişa Êzîdxanê bendên kontrolê dimînin û parastina hindir a gel dikin.

Perwerde û fêrkirin

Di Çileya 2016’an de jî bi navê Şehîd Egîd Efrîn akademiyeke perwerdeyê li Şengalê hatvekirin. Di vê akademiyê de heya niha 4 dewre hatin derxistin. Armanca Akademiyê ewe ku rastiya Êzdayetiyê, çand û baweriya Êzîdî, xwerêvebirinê û bi îradeya xwe jiyankirin, bide nasandin.

Piraniyê gelê Êzidî ji endamên saziyên sivîl tevlî derwreyên mehane yên vê Akademiyê bûn. TAJÊ’yê jî Akademiyekxweser bi navê Şehîd Binefş Edessa vekir. Di vê akademiyê de jî, perwerdeya bîrdozî û leşkerî dihat dîtin.

Her wiha di qada perwerdeyê de, Şengaliyan bi derfetên xwe di bin çadir, naylon û karevanan de dibistan vekirin û perwerde bûn. Bi giştî 10 dibistanên ku ji 40 refan pêk tên hatin vekirin. Ev dibistanheya refa 6’emîn perwerdeyê didin.

Bi kurdî hîn dibin

Li van dibistanan zarok bi zimanê Kurdî perwerde dibin. Di sala derbasbûyî de 400 şagirt diçûn dibistanan, îsal jî 200 şagirtên din lê zêdebûn.

Li vir 33 mamosteyên êzîdî zarokan fêr dikin. Li ber ziman meteryalên bîrkarî, zanyarî, civak û jiyan, wênexêzî, muzîk û hwd jî tê dayîn. Îsal waneyên zimanên erebî û îngilîzî jî li ser hatin zêdekirin.

Ji bo amadekirina mamosteyan jî, akademiyeke mamosteyan hat vekirin. Vê akademiyê 2 dewreyên perwerdeyêbidawî kirin.

Polîtîka

Êzîdî ji qada polîtîkayê jî bêpar neman. Berê di sala 2003’yan de, li Şengalê rêxistina TEVDA hebû û bi xebata rêxistina civakî ya êzîdiyan radibû. Lê di 24’ê hizîranê de TEVDA’yê biryar girtin ku ji Tevgerê derbasî partîbûnê bibe û navê xwe kir Partiya Azadî Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ).

Tê payîn di hilbijartinên demên pêş ên Îraqê de, PADÊ’yê jî wê weke partiya Êzidiyan bikeve hilbijartinan.

Aborî û ambargoya PDK’ê

Her wiha piştî rizgarkirina Şengalê, Saziya Xizmetguzariyê hat avakirin. Erka wê pêşkêşkirina xizmetan ji gelê Êzidî re û peydakirin pêdiviyên wan ên jiyanî ye. Ev sazî bi 5 tangerên avê, 2 terektor û kamyonek a komkirina çopê, xizmeta 55-60 hezar şêniyên li Şengalê dike.

Niha 47 endamên wê hene, ku ev bi dildarî û fedekariyek bêhempa şev û roj kar dikin. Îsal van 8 jenetorên ceyranê ji bo herêmê danîn. Her meh 30 hezar lître mazot belav dike û ard li 10 hezar malbatan belav dikin.

Lê PDK’ê ji Sibata 2015’an ve ambargo li ser Şengalê ferz kiriye. hema bêje nahêle tû pêdiviyên jiyanî derbasî vê herêmê bibin. Niha tu kesek nikare ji derveyî Şengalê tûrek şekir peyda bike. PDK’ê ya ku deriyê Sihêla ya ser ava Dicleyê di dest de ye, nahêle tu tiştek giraniya wî ji 5 Kg  zêdetir derbasî herêmê bibe.  Her wiha PDK’ê nahêle alîkariyên UNICEF jî derbasî Şengalê bibin.PDK dest datîne ser van alîkariyan û paşê bi pereyan difiroşe gelê Êzidî.

Car din bawerî nadin PDK’ê

Tê xwestin bi vê ambargoyê re car din gelê êzîdî hefsarê xwe bixe destê wê de. Lê şêniyên herêmê di raportajên li gel ajansa me (ANHA) nêrînên xwe derbarê vê mijarê de parve kirin û destnîşan kirin ku ” ji birçînan re bimirin û ji sermayê re biqerisin ew ê carek din bawerî nedin PDK’ê “.

Rojava alîkarî dide

Niha tenê Rêveberiya Xweser a Rojava li gorî hêz û derfetên xwe mehane alîkariyê dişîne Şengalê. Li aliyê din tevahî derî û sînorên Şengalê bi Başûr û Îraqê re girtî ne.

Dijîtiya PKK

PDK ya ku di her gavekê de, hewl da li hember hebûna PKK’ê li Şengalê dijberiyê raber bike, di mijar ambargoyê de jî PKK weke bihane nîşan da. PDK’ê daxuyand ku şêniyên herêmê pêdiviyên jiyanî ji bo gerilayên PKK’ê dibin.

Heri dawiyê di 4’ê Kanûnê de Rêxistina Şopandina Mafên Mirov (Human Rights Watch) derbarê rewşa gelê Şengalê de û helwesta Herêma Kurdistanê ya li hember gelê Şengalê de raporek weşand û diyar kir ku”PDK’ê xebatên gihandina alîkariyê ji Şengalê re asteng dike. Ev nêzîkatî zirer û ziyaneke mezin dide gelê Êzidî yê li Çiyayê Şengalê.”

Dîsa di pêvajoya dawî de, di heman dema ku KCK’ê banga lidarxistina Kongreya Netewî dikir, PDK’ê mijara dijîtiya PKK li Şengalê vegerand rojeva xwe ya sereke. Cîgirê Serokê Gîştî yê PDK’ê  Nêçîrvan Barzanî beriya demekê daxuyand:”Ger PKK`ê ji Şengalê derneke em ê hêzên xwe yên çekdar bikin dewrê de”. Beriya wê Masûd Barzanî jî daxuyaniyên di vê oxirê de parve kiribûn.

Bersiva êzîdî..

Lê gelê Êzidî, nûner, sazî, rûspî û oldarên Şengalê ev qebûl nekirin û gotin “Yê ku hatin hewara me û em ji nava pencên çeteyan derxistî tenê PKK bû. Dema hemû hêz ji Şengalê reviyan û PKK bi hewara me ve hat û me hemûyan ji fermanê xilas kir gelo PDK-Tirkiyê li ku derê bûn. Ger PKK’e ji Şengalê derkeve em ê jî ji Şengalê derkevin. Tirkiye 72 ferman anîn ser me. îro em bi PKK bûne xwedî hêz û xwedî îrade, heya yek ji me di Şengalê de bimîne, wê PKK’e di Şengalê de bimîne.”

(ak/ne)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 197

Trending Articles


Mide ağrısı için


Alessandra Torre - Karanlık Yalanlar


Şekilli süslü hazır floodlar


Flatcast Güneş ve Ay Flood Şekilleri


Gone Are the Days (2018) (ENG) (1080p)


Yildiz yükseltme


yc82


!!!!!!!!!! Amın !!!!!!!!!


Celp At Nalı (Sahih Tılsım)


SCCM 2012 Client Installation issue