DILSOZ DILDAR-RÛKEN BERÎ
HESEKÊ- Mûsil paytexta bazirganî ya DAIŞ‘ê ye, li qezaya Tilefer ku çeteyan wekî navendeke xwe ya sereke bikar anîne. Dewleta Tirk bi îdîaya ku piştgiriyê dide gelê Turkmen, destek dida çeteyên DAIŞʹê.
Em di vê dosya xwe de mijarên; çawa DAIŞ′ê xwe di Mûsilê de birêxistin kir, girîngiya vê herêmê ji bo DAIŞʹê, her wiha çawa Tirkiyê piştgiriyê dide DAIŞ‘ê li ser zimanê şahidên bûyeran û kesên ku êşa dagirkeriya herêmê ji aliyê çeteyên DAIŞʹê kişandine bibînin.Image may be NSFW.
Clik here to view.
Navenda kontrolkirin û muhasebekirina welatiyan
Çeteyên DAIŞ‘ê piştî ku bajarê Musilê û qezayên wê dagir kirin, bi hinceta ku gel birêxistin bikin “Dîwan” ava kirin. Endamên ku di dîwanên wan de bixabitin pêwîste ku endamek ji endamên DAIŞ‘ê be. Dîwan roleke mezin di parastina desthildariya DAIŞ‘ê de dilîze.
Ji dîwanên “Dîwan El-Husbe” xebatkarên wê jin û zilam in, erka wan ew ku qanûnên DAIŞ‘ê danîne pêk bînin û li ser gel feriz bikin.
Dîwan El-Emin (ewlekarî) parastina herêmên DAIŞʹê dike, kesên ku li dijî qanûnên wan derkeve digirin. Hemû alavên vegihînê kontrol dikin, kesên telefon an alaveke din a vegihînê bikar tîne, dixin girtîgehê.
Li aliyê din jî DAIŞʹê Dîwanên Mizgeft û Şaredariyan jî ava kir. Herdû dîwan jî li ser kar û xebatên mizgeft û şaredariyan disekine. Her tişt li gorî yasayên wan û berjeweniyên wan pêk tê.
Mizgeft navenda pêkanîna qanûne
Mizgefet ji bo DAIŞ‘ê wekî cihekî girîng têne naskirin. Ji ber vê yekê hemû mizgeft di bin destên wan de tene birêve birin. DAIŞʹê bi riya mizgeftan biryarên ku derdixistin pêk anîn e. Îmamên xwe agahdar dikirin da ku xutbeyan bide, kesên ku li dijî wan derkeve dihatin cezakirin, gelek ji îmamên wan ji tirsa di malên xwe de diman û dernediketin.Image may be NSFW.
Clik here to view.
Derketina Ebû Bekir El-Bexdadî
Li hember kiryarên DAIŞ, desthilatdariya wan û astengkirina tevgera jiyanên nerazîbûn gel zêde bû. Di wê demê de DAIŞ di qonaxeke tengaviyê re derbas dibû û aliyê gel ve ne dihat qebûlkirin. Naskirina nasnameya El-Bexdadî ji bo gel cihekî girîng e, ku dê çawa piştgiriyê bidin kesekî ku hîna ew nedîtine.
Ji ber vê yekê, Ebû Bekir El-Bexdadî ji nişkê ve li ser saziyên çapemeniyê derket da ku hebûna xwe isbat bike.
Lê rastiya derketina El-Bexdadî ew e ku Xîlafetê îlan bike û hemû hêzên Sunî bixe bin sîwana xwe û rawabûna xwe ava bike.
Paytexta DAIŞ Mûsil e
Çeteyên DAIŞ‘ê Mûsil ji xwe re kiribûn paytext ango li gel DAIŞ bi navê “El-Rekaz” tê naskirin. Ev der ji bo DAIŞ‘ê wekî paytexteke bazirganî ye ku di mehekê de bi milyaran jê werdigre ye.
DAIŞ ji bo parastina vê herêmê, ji pêngava rizgarkirina ku ji aliyê Artêşa Iraqê ve di 17‘ê Cotmehê de hatiye destpêkirin 4 hezar endamên xwe ji Sûriye anîn Mûsil.
Wergeha sereke ya DAIŞ, Telefer e
Piraniya endamên DAIŞ yên li Mûsilê ji qezaya Telefere (Qezaya herî mezin di hermê de) ji ber vê yekê ev yek wekî navendeke stratîjîk e, şêniyên vê herêmê xwedî karên mezin li gel DAIŞ‘ê ne, cîgirê serçeteyên wê “Ebû Elaa El-Eferê” yê ku di êrîşekî ezmanî de hate kuştin ji Telefer e.
Bi pêngava rizgarkirina Mûsilê re, çeteyên DAIŞ xelkên vê herêmê û wan ber bi Tirkiyê ve bi rê kirin û riya wan hesan kirin.
Tirkiyê bi buhaneya parastina Turkemanê Teleferê piştevaniyê dide DAIŞ‘ê.
Bi êrîşên DAIŞ‘ê yên li ser herêmê, turkemenên Şîaa piştî pêkanên çeteyên DAIŞ‘ê derheqên wan xwe spartin Bexdayê, lê turkemên Suna li cihê xwe man, piştgiriyan DAIŞ dikirin, ji xwe me anî ziman ku piraniya emîrên wê ji Telefer in.
Tirkiyê ji hembûna Tirkumen qezenc digire da ku piştgiriyê bide DAIŞ‘ê, bi hemleya rizgarkirina Mûsilê re, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan da xuyakirin ku ew ê parastina Tirkumem bike, lê ya rast ewe ku piştevaniya DAIŞ bike.
Hebûna Tirkiyê ya li başîqayê, tenê ji bo piştevaniya DAIŞ‘ê li Telefer bike û tevgera serçeteyên wê yên ji Tirkumenên Suna li Musilê hêsan bike.
(bb/dc)
ANHA