Quantcast
Channel: Dosya – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 197

Dagirkeriya Osmaniyên nû -2

$
0
0

Piştî bûn serwerên cîhanê, rastiya wan derket holê; dîrokek xwînî

NAVENDA NÛÇEYAN – Qarneya dîroka osmaniyên ku bûn navenda siyaset û aboriya cîhanê xwînî; tijî komkujiyên dijî gelên bindestên împaretoriyê, ye.

Piştî osmaniyan Şehba dagir kirin, kilîta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li pêşiya wan vebû. Împaretorî di nav çend salan de bû navenda siyaset û aboriya cîhanê.

Ji vir û pê ve dîroka xwînî ya vê împaretoriyê derdikeve holê. Dema ku mirov dîplomasî û têkiliyên osmaniyan ên bi gelên cîran re dikole, derdikeve holê ku van di oxira pêkanîna planên xwe yên dagirkeriyê de, carina bi gelên din re ketine nav têkilyan de. Dema ku bercewendiyên xwe bicih anîne jî yekser berê xwe dane qetilkirina van gelan. Dîsa di oxira dagirkirina herêmê nû de, osmaniyan bê navber nakokiyên olî, netewî û herêmî di nav gelan de gur kirine û bikar anîne.

Çend mînakên van bikaranîn û komkujiyan jî wiha ne:

Têkilyên bi Kurdan re û îxaneta yekemîn; Qesra Şêrînsehiden-gulane

Împaretoriya Osmanî bi alîkariya Kurdan di sala 1514’an de derbasî şerê Çaldîranê bû û sefewî têk birin. Lê Bi serketina Yawiz Selîm – bi beşê sunnî yê Kurdan re – di 1514 de li Çaldiranê, sînorê klasîk ê rojhilat tê xêzkirin.

Piştî osmaniya ev serkeftin bidest xistin, di 17’ê Gulana 1639’an de li bajarê Qesra Şîrîn ê rojhilatê Kerkûkê bi osmaniyan re peymana Qesra Şîrîn îmeze kirin û Kurdistan di navbera Sefewî û osmaniyan de parçe kirin.

Osmaniyan bi vê peymanê re îxaneta yekemîn li Kurdên ku di şerê li hember sefewiyan de destek dan wan kirin. Hîmê parçekirina Kurdistanê ku heta roja me ya îro dewam dike, li wir hat danîn.

Komkujiyên dijî şîayan

Piştî şerê Mercîdabiqê  û dagirkirina Helebê, di roja 26’ê Tebaxa 1516’an de Sultan Selîm ji bo tola xwe ji elewiyan rake, berê xwe da elewiyên Helebê. Piştî nimêja wê rojê, osmaniyan li Mizgefa Mezin 40 hezar kesên elewiyê hemedanî li qadekê kom kirin û qetil kirin. Navê vê komkujiêy jî weke Komkujiiya Mizgefta Mezin hat binavkirrin.

Niha li Helebê cihek bi navê Tilel ku weke bazar e heye. Navlêkiina vê deverê vedigere vê komkujiya ku tê gotin, piştî komkujiyê osmaniya komên seriyên qurbaniyan li vê deverê danîne ser hev. (Tilel bi erebî tê wateya tiştên komkirî yên li ser hev hatine danîn)osmani1

Piştî vê komkujiyê li gorî belgeyeke ku di pirtûkxaneya Strrasborg Fransayê de veşartiye, fermandariya operesyona Osmanî ji Sultan Selîm re peyama: “Me fermanên we bicih anîn û her Nesêriyek ku ket destê me de qetil kir. Êdî tu hebûneke wan di dîrokê de nema. Ew ê heta hetayê bermahiyên wan jî nemînin. Dêwên çiya û timsahên daristanan jî bermahiyên wan xwarine. Tu welatekî Nesêriyan nema û ew ê li ser axa Sultan Selîm car din jiyan nekin.”

40 hezar tikumenên şîa kuştin

Piştî ku Sultan Selîm derbasî Iraqê jî bû fetweya ku hemû şîayên li wir gawir in derxist û fermanda kuştina wan da. Li ser vê fermanê li gorî dîroknasên elewî 40 hezar şîayên Iraqê hatin qetilkirin.

Tenê şîayên ereb na, di van kokujiyan de kurdên elewî û zeredeştî jî hatin kuştin.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de bal dikşîne ser “terora” dewleta Osmanî ya dijî gelên din û dibêje: “Şaristaniya Îslamê ya osmanî li ser sunnîtiyê pêş dikeve. Kurdên Elewî û Zerdeştî yên têkoşer bi awayekî nîv-serhildan neçar xwe vedikişînin serê çiyan, zozan û baniyan. Ji ber tirsa Yawiz Selîm a ji Sefewiyan di dema sedrezamtiya Kûyûcû Mûrad Paşa de çil hezar Elewî bi saxî dixin bîran û her weha darvekirina Pîr Sultan Ebdal, mînakên herî bêrehim ên vê terorê ne, ku şop hîştine.”

Buyerên Kerbelayê

Şîayên Kerbelayê di sala 1842’a de hewl dan li hember osmaniyan serî hildin. Lê Waliyê osmanî Necîb Paşa wê demê bajar dorpêç kir, topbaran kir û darên wê birîn. Wiha demekê dor li bajar girt heya karibû bi artêşa xwe derbasî bajar bibe. Li vir şêniyê bajar di komkujiyan re derbas kirin û bajar wêran kir. Dîroknas Hisên El-Buraqî hijmara qurbaniyên vê buyerê weke 24 hezar sivîl di navbera jin, zarok û zilaman de diyar kir.

Tenê li ber 2 buyeran nasekine, dîroknas Ebdullrezaq El-Husnî di lêkolînek xwe ya bi navê “Nîzhet El-Ixwan Fî Weqiat Beled Qetîl û Atşan de zêdeyî 7 buyerên komkujî û wêraniyên osmaniyan ên dijî şîayên Iraqê bi taybet rêz dike

Li aliyê din Profesorê zanîngeha Misirê Hisên Fozî di lêkolînek xwe ya derbarê dîroka osmanî li Misirê de dibêje: “Piştî ku Sultanê Osmanî derbasî Misirê bû (1517) hijmara şêniyên Misirê ku di sedsala 14’emîn de 8 milyon bû di sedsala 18’emîn de bû 2 milyon û nîv kes. Osmaniyan li her derê xerabî kirin. sivîl kuştin û herêm wêran kirin”. Fozî di lêkolîna xwe de hefteya derbasbûna osmaniyan ji misirê re weke “Hefetya Şînê” binav kir.

Piştî şerê cîhanê

Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de, pêla netewperestiyê di nav osmniyan de derket lutkeyê. Osmaniyên ku ditirsiyan gelên din ên di bin serweriya wan de serxwebûn an jî şêwazek din ê xwerêvebirinê bixwazin, dest bi qirkirin, tirk-kirin û qetilkirinên komî kirin.

Li hember pêle netewe-dewlet ku di salên destpêka sedsala 20’emîn de derketibû, osmaniyan hewl da hemû gelên din ên di împaretoriyê de asîmîle bikin. Yekemîn pêla tunekirin bi komkujiiyên Hemîdiyan re dest pê kir. Li vir li bajarên başûrê Tirkiyê bi sedhezaran ermen û asûrî li ser destê Sultanê osmanî Ebdullemîd ê duyemîn hatin kuştin.

Di vê navberê de osmaniyan li hember gelê kurd jî li Beyazît û Alaşkerrt jî komkujî pêk anîn. Lê Partiya Fetat a Tirkî li aliyê din her bi idîaya “xiristiyanên li başûr, li ser hebûn we xetere ne” şerê navxweyî di navbera kurd û suryaniyan de gur dikir.

Komkujiyên Ermen6-gulane-roja-sehidan

Komkujiya yekemîn a ku bi sedhezaran kes bûn qurbaniya wê komkujiya ermenan bû. Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de tirkan ji tirsa alîkarîdayîna Rûsiye û Ermînya, dest bi guherandina demografiyeya hermên rojhilatê împaretoriyê kirin. Li vir bi sedan gundên ermenan ên li rojhilatê împaretoriyê tune kirin. Heya ku di 24’ê Nîsana 1915’an de osmaniyan bi sedan ji navdartirîn kesayetên ermeniyan li Îstenbolê kom kirin û li qadên bajar îdam kirin. Paşê biryar dan ku hemû malbatên ermenî yê li anadolê bên derxistin. Ermenî neçar man mal û milkên xwe terk bikin û derkevin koçberiyê. Di van koçberiyan de bi sedhezaran ermenî jiyana xwe ji dest dan.

Dîroknasên ermen hijmara kuştiyên vê komkujiyê weke milyon û nîv kesî destnîşan dikin.

komkujiya Sêfo ya suryaniyan

navê vê komkujiyê Sêfo bi zimanê suryanî tê wateya Şûr, balê dikşîne ser şêwaza ku asûrî û suryen pê hatin kuştin. Suryenî navê sala pêkanîna vê komkujiyê (1916) jî weke sala şûr binav dikin. Di vê komkujiyê de jî bi sedhezaran suryen û asûriyên li împaetoriyê hatin kuştin û derxistin.

Tunekirina pêşengên ereban

Di dema dawî ya Osmanî de, ku dema desthilatdariya Îttîhat û Terakkî bû, îsyan û têkoşîna azadiyê ya gelên Ereb bilind bûbû. Cemal Paşa, bi hinceta ku bi dewletên Ewropî re têkilî danîne, hevdîtin kirine û ji bo serxwebûnê destek ji Fransayê xwestine, ji 33 rewşenbîrên Ereb ên zevt kiribûn, li bajarokê Aliye yê li Lubnana îro sewqî dadgeha leşkerî kir.

Di nava rewşenbîrên hatin darizandin de entelektuelên girîng ên cîhana Ereb, rojnamevan, hin endamên Ereb ên Parlamenta Osmanî û rahîbek jî hebûn. Piraniya wan bi îdamê hatin mehkûmkirin û di 6’ê Gulaan 1916’an de li meydana Merce ya Şamê û meydana Bûrc a Beyrûdê hatin darvekirin. Têkildarî yên nehatin girtin jî cezayê îdamê hat birîn û di serî de malbatên van mehkûman bi hezaran Ereb sirgûnî deverên cuda yên Anatoliyê hatin kirin.

Gelên Ereb ên li Sûriye û Lubnanê roja 6’ê Gulanê weke ‘Roja Şehîdan’ bibîr tînin.ermen

Dîrokek bi xwîna gelên bindest demixekirî

Wiha dîrokek osmaniyan a kujer ku xwîna gelên kurd, ereb, suryen, asûr, ermen û hwd ji gelên bindestên împaretoriyê tê de hatiye rijîn, heye. Van kiryaran û hin sedemên din dawiya vê împaretoriyê anîn.

SIBA: Hilweşîna Împaretoriya Osmanî û pêla osmaniyên nû

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 197

Trending Articles


Mide ağrısı için


Alessandra Torre - Karanlık Yalanlar


Şekilli süslü hazır floodlar


Flatcast Güneş ve Ay Flood Şekilleri


Gone Are the Days (2018) (ENG) (1080p)


Yildiz yükseltme


yc82


!!!!!!!!!! Amın !!!!!!!!!


Celp At Nalı (Sahih Tılsım)


SCCM 2012 Client Installation issue