NAVENDA NÛÇEYAN – Dezgehên çapemeniya azad a Kurdî û rojnamevanên wê di nav 118 salên weşanên xwe de bê navber rastî êrîşên desthiladariyê hatin. AKP/Erdogan jî ev pêkutî derxistin lutkeyê.
Çapemeniya azad a Kurdistanê di nav 118 salên weşanên xwe de, bê navber rastî tundî û astengiyên hêzên desthiladarên Kurdistanê hatin. Di van salên dawiyê yên dagirkeriya AKP’ê de jî ev tundî derket lutkeyê. AKP/Erdogan ji tîrmeha 2016’an ve heya niha zêdeyî 200 rojnamevan li Tirkiyê û Bakurê Kurditanê girtin û weşanên zêdeyî 100 dezgehên ragihandinê ji rojname, kovar, kenalên televîzyonê û radiyoyan jî rawestandin. Rêxistina Rojnamevanên Sînor Ne Nas jî navê Erdogan xist lîsteya “Nêçîrvanên Azadiya Rojnamegeran” de.
Îro jî bi munasebeta Roja cîhanî ya têkoşîna li hember tewanbarên ku ji sûcên êrîşên dijî rojnamevanan difilitin, me jî xwest bi vê dosyayê bal bikşînin ser êrîşên dijî dezgehên çapemenî û ragihandina kurdî û rojnamevanên wê.
Mîrateyeke ji Kurdistanê dest pê dike
Rojnamegeriya kurdî cara yekemîn li cîhanê di 22’ê nîsana 1898’an de bi weşandina rojnameya “Kurdistan” li Qahîrayê hat bihîstin. Rojname destpêkê ji aliyê Mîqdat Mîdhat Bedirxan ve dihat derxistin, lê ji ber zextê Osmaniyan piştî hejmara 6’an, ji hêla kurê Bedirxan ên din Abdurrahman Bek ve li Cenevreyê weşana xwe domand. Hin hejmarên wê bi tevahî kurdî bûn hin jî bi kurdî û tirkî bûn. Rojname heya sala 1902’yan li cihê wek Qahîre, Cenevre, Londra û Folkston weşana xwe domand. Rojname ji ber ku ji hêla rêvebiriya Osmaniyan ve hatibû qedexekirin bi riyên veşartî li Kurdistan, li herema Edene û Şam û hwd. dihat belavkirin. Zordestî ne tenê li hember kesên ku rojname derdixistin, her wiha li hember xwendevanên wê jî pir bûn. Xwendevan bi cezayên tûnd re rû bi rû diman. Rojnameya ku 31 hêjmarê wê hate weşandin, di 1902’an de weşana wê hate rawestandin. Her wiha roja destpêka rojnameyê 22’ê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurd” tê pîrozkirin.
Çapemeniya Azad
Piştî Kurdistanê di sala 1988’an de û bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî serdema çapemeniya Azad dest pê kir. Vê serdemê di 15’ê Hizêrana 1988’an de bi Toplumsal Diriliş derkete rê. Ji bilî Toplumsal Diriliş ku di demeke kin de hate îmhakirin, di 22’yê Nîsana 1990’î de Halk Gerçeği derket. Bi tenê 9 hejmarên vê rojnameyê ronî dîtin, paşê ew jî hat girtin. Piştre Yeni Halk Gerçeği derket û tenê 3 hejmar weşandin. Ew jî ji aliyê hêla rêvebiriya rojnamê ve hat girtin. Di 20’ê Cotmeha 1990’i de jî Yeni Ulke dest bi weşanê kir û di roja ewil de buroya wê ya Amed’ê ji hêla Rêxistina Îslamî Cihat ve hate bombe kirin.
Ozgur Gundem û êrîşên dijî wê
Di dewamiya vê mîrateyê de 30’yê Gulana 1992’yan de rojnameya rojane Ozgur Gundem dest bi weşanê kir. Ji 580 hejmarê rojnameyê di derbarê 486’an de doz hat vekirin û 147 sal ceza li editor û rojnamevanên wê hat birîn. Rojnameya ku biryara girtina wê hatibû dayîn, di 26’ê Avrêla 1993’an de di pêşengiya Gurbetelli Ersoz de carek din dest bi weşanê kir. Di 10’ê Kanûna 1993’yan de bi sedan polîsan bi ser rojnameyê de girtin û xebatkarên wê tev xistin bin çavan.
Pişt re Ozgur Ulke di 28 Avrêla 1994’an de dest bi weşanê kir. 3 buroyê vê rojnamê jî di 4’ê Çileya 1994’an de di heman demê de hatin bombekirin. Di êrîşa bombeyî de Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Piştre bi belgeyan derkete holê ku emrê bombeyan Serokwezîra demê Tansu Çiller daye. Digel vê êrîşê jî rojnameyê navber neda weşana xwe. Ozgur Ulke ya ku 247 hejmar derket di derbarê 220 hejmarê wê de biryara danehevê hate dayin. 7 mudûrê karê nivîsê yê rojnameyê hatin girtin.
Ozgur Ulke, di 2’yê Sibata 1995’an de berî saleke xwe tijî bike ji hêla Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbol’ê ve bi hinceta ku berdewamiya Ozgur Gundemê ye hat girtin.
Piştre di 13’ê Nîsana 1995’an de Yeni Politika dest bi weşanê kir. Rojname di hejmara yekemîn de rastî sansurê hat. Gelek nuçegihanên rojnameya ku 4 meha weşan kir hatin binçavkirin û kuştin. Di 16’ê Tebaxa 1995’an de bi hinceta ku berdewamiya Ozgur Ulke ye hate girtin. Ji 126 hejmarê rojnameyê 117 hejmarê wê hatin sansurkirin.
Ozgur Gundem vegeriya
Piştî rojnameya Ozgur Gundem hate girtin kevneşopiya Çapemeniya Azad bi nav û teşeyên din berdewam kir. Herî dawiyê li şûna rojnameya Gunluk, di 4’ê nisana 2011’an de kevneşopiya çapemeniya azad ji înadê re dîsa Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir.
Rojnamea Ozgur Gundem piştî 17 salan dîsa gihişt destê xwendevanên xwe. Hîna salek rojnameyê nebû, di 24’ê Adara 2012’an de dîsa rastî mehek cezayê girtinê hat. 14’emîn Dadgeha Cezaye Giran a Stenbolê ji ber rûpelên wê yên 1, 8, 9, 10 û 11’an de bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye” mehek ceza da. Parêzeran biryar îtîraz kir û di 30’ê Adarê de îtîraz hate qebûlkirin û biryar hate rakirin. Parêzeran girtina rojnameyê û zextên li ser çapemeniya kurd birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Derbarê Rojnameya Ozgur Gundemê de di nava salên dawî de têkildarî nivîs û nuçeyên rojnameyê de bi sedan lêpirsîn hatin vekirin. Derbarê Midûrên Karên Nivîsan Reyhan Çapan, İnan Kızılkaya û Emire Eren Keskin û Huseyin Aykol de ji xalên (TMK)ê bi dehan doz hatin vekirin. Dozgerê TMK’ê der barê Reyhan Çapan û Emire Eren Keskin 78 lêpirsîn vekirin. Derbarê Midûrê Karên Nivîsê Înan Kızılkaya de jî 21 lêpirsîn hatin vekirin. Derbarê midûr û gerînendeyan de bi giştî nêzî 70 doz hatin vekirin. Dîsa derbarê Gerînendeyên Nobedar ên Rojnameyê de nêzî 45 doz hatin vekirin. Derbarê Eren Keskîn, Huseyîn Aykol û Reyhan Çapan de biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn û pasaportên wan hatin betalkirin. Derbarê Reyhan Çapan de jî herî kêm 3 sal û 9 meh û 22 roj ceza hatin birîn. Derbarê Eren Keskin de salek û 3 meh ceza hatin birîn. Dîsa li Reyhan Çapan 255.000 TL.; li Eren Keskin jî 100.000 TL cezayê pereyan hatin birîn. Malpera Rojnameya Ozgur Gundemê bi giştî 12 caran hat girtin.
Di 16’ê Tebaxa 2016’an de Rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla 8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ve hat girtin. Piştî bi dawîbûna lêgerînê polîsan hin 24 xebatkarên rojnameyê binçav kirin.
Di serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê de; Gunay Aksoy, Kemal Bozkurt, Reyhan Hacioglu, Onder Elaldi, Ender Ondeş, Sinan Balik, Davut Uçar, Firat Yeşilçinar, Înan Kizilkaya, Zekî Erdem, Elîf Aydogmuş, Zana Kaya, Ersin Çaksu, Sevdiye Gurbul, Amine Demirkiran, Bayram Balci, Burcu Ozkaya, Dogan Guzel, Nûçegîhanê DÎHA’yê: Mesut Karnak, Ozgur Paksoy.Xebatkarên ÎMC’ê: Nûçegîhan Gulfem Karataş û kameraman Gokhan Çetin. Xebatkarê Odeya Tabîban: Yilmaz Bozkurt, Xwediyê Weşanên Do: Huseyîn Gunduz. Piştî serdegiritnê rojnamegerên hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin. Piştî operasyona li dijî rojnameyê avahiya Rojnameyê hat mohrkirin.
Ajans
Rojnamevaniya kurd her wiha di hêla servîskirina nuçeyan de jî di nava hinek hewildanan de ye. Bi vê armancê cara yekem di salê 1990’î de bi navê (DEM Ajans) li Almanya ajansek hate damezirandin. Piştre navê ajansê bû Mezopotamya Haber Ajansı (MHA). Di 5’ê Îlona 2005’an de polîsên Alman bi ser saziya MHA’yê de girtin û weşana wê rawesitand. Li ser vê yekê di 26’ê Cotmeha 2005’a de Ajansa Nuçeyan a Firat (ANF) hate damezirandin.
Ji ber ku zextên Tirkiyeyê yên li ser ANF’ê encamek bi dest nexistin dest bi girtina malpêrên ANF’ê yên li Tirkiyeyê kirin. ANF bi sedan caran rastî êrîşên sanal hatin.
Li Tirkiyeyê yekem ajansa nûçeyan a Kurdan DÎHA
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi dirûşmeya “Ji Rastiyan Qet Tawîzan Nade” li pey kevneşopiya Apê Musa, Cengîz Altun, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe û gelek generalên biçûk ên hatin qetilkirin ket rê. Di 4’ê Nîsana 2002’an de hate avakirin li gel hemû pêkûtî û astengiyan 14 sal li pey xwe hişt. DÎHA ku 14 sal li pey xwe hiştin heta niha zêdeyî 50 nûçegîhan û edîtorên wê hatin girtin û hêj 9 nûçegîhanên wê girtî ne. Zêdeyî 100 nûçegîhanên wê hatin binçavkirin û serbest hatin berdan. Bi dehan wênekêş, kamere û kamputîr hatin desteserkirin û demek dirêj hatin girtin. DÎHA, nûçeyên xwe li ser malpera bi navnîşana “www.diclehaber.com.tr”, bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî, pêşkêş dike. Bi rêgeza objektîf, rasteqîner û bilez, li ser xaka Rojhilata Navîn têkiliyên xwe yên nûçeyan hunand û nûçeyên xwe yên nivîskî, bi wêne û dîtbarî bi awayekî lezgînî û bêalî, dikin xizmeta aboneyên xwe.
DÎHA ku navenda wê berê li Setnbolê bû piştî 2012’an Navend anîn Amedê. Buroyên wê yên herêmî li Wan, Dêrsim, Enqere, Edene, Mêrsîn, Îzmir, Êlih, Riha, Colemêrg, Şirnex, Mêrdînê û Botanê hene. Buroya Hewlerê jî di 2013’an de ji aliyê PDK’ê ve hat girtin.
DÎHA ku tu carî ji rastiyan tawîz neda û her dem bû dengê gelan herî dawî di 29’ê Cotmeha 2016’an de hikûmeta AKP’ê bi Biryarnayeya Di Hukmê Qanûnê de girt.
DÎHA ku hêza xwe ji rastiyan û civakê digire, heta îro bê hêjmar rastî zext û astengiyên hikûmeta AKP’ê hat. Piştî şerê taybet ê Îktîdara AKP’ê ya 24’ê Tîrmeha 2015’an DİHA rastî sansurê hat. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an heta niha DİHA 48 caran hat girtin û herî dawî hat mohrkirin. Di nava salekê de 20 nûçegîhan hatin girtin.
Polîtîkayên DÎHA’yê yên aştî û dijîtiya şer, rastî êrîşên kesên ku şer dixwazin hat. Di 2011’an de li dijî hevdîtinên Oslo yê cemaet kurd, DÎHA û çapemeniya kurd hedef girt. Cemaet û AKP û di 20 Kanûna 2011’an de di bin navê operasyona “KCK’ê” ku li hemberî çapemeniyê pêk anîn, 48 rojnamegeran girtin û bi salan di hundir de hîştin. Her çiqas wan rojan polîs û dozgerên ku nûçegihanên DÎHA’yê darizandin, îro bi hinceta “lêpirsîna darbeyê” di hûndir de bin jî karê ku wan nîvco hîşt desthilatdarî pêk tîne.
Weşana DÎHA’yê jî bi Biryarnameyê Hikûmê Qanûnî hat girtin. Di 29’ê Cotmeha 2016’an de Piştî DÎHA hat girtin, buroya DİHA navendî ya Amedê Buroya Enqere, Edene, Agirî hatin mohrkirin.
JINHA
JINHA di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşanda xwe kiribû û di 29’ê Cotmeha 2016’an de bi KHK ya di pêvajoya OHAL’ê de pêk hatî hat girtin. Wek Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) di 8’ê Adara 2012’an de bi dirûşmeya ‘û em zimanê çapemeniyê diguherin, derket. Ji bo guhertina zimanê mêr û ji bo guherîn bê ferzkirin, ji kameramanê heta nûçegîhanî, wênekêşvan heta edîtor, heta şefa nûçe, midûr hemû xebatkarên wê jinan cih girt û ajansê helwestek muxalîf nîşan da û wek ajansek alternatîf cih girt.
Li herêmê nûçegîhên JINHA hem ji ber nasnameya xwe ya jin û hem jî ji ber sekna xwe ya şoreşger gelek caran rastî êrîşan hatin û bûn hedefa polîsan. Nûçegîhana JINHA Vîldan Atmaca bi hinceta wêneyê Arîn Mîrkanê parve kiriye hat girtin. Nûçegîhana JINHA ya Amedê Bêrîtan Canozer dema nûçe dişopand bi hinceta ‘bi kelecan bûye’ hat binçavkirin û girtin. Nûçegîhana Wanê Rojda Oguz jî piştî Vîldan azad bû şûnde, vê car Edîtora JINHA Zehra Dogan hat girtin.
Dema li Cizîrê qedexe hat îlankirin, nûçegihanên JINHA’yê çûn taxên ku şer lê diqewimî û rojnamegeriya şer kirin. Di vê pêvajoyê de bi dehan carî xebatkarên JINHA hatin gulebarankirin û bûn hedefa bombe û guleyên AKP. Herî dawî edîtora JINHA Zehra Dogan ji ber nûçeyên li Nisêbîn û Dêrikê derbas kiriye hat girtin. Zehra hîna di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye.
Nûçegihana JINHA Şehrîban Aslan li Sûrê guleya gazê ya polîsan hat hedefgirtin û xwîn çû ser mêjiyê wê. Aslan ji bo dermankirinê bi mehan di nexweşxaneyê de ma.
Bi gîştî malpera JINHA heta niha 12 caran hat girtin. Herî dawî di 29’ê Cotmehê de bi Biryarnameya Hukma Kanûnê navenda wê hat morkirin û hat girtin.
Rojnameya Kurdî Welat di 22’yê Sibata 1992’yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawesitand û piştre jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996’an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me, Azadiya Welat dest bi weşanê kir.
Azadiya Welat di 15’ê Tebaxa 2006’an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem bi dem weşana Azadiya Welat hat rawesitandin, ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24’ê Adara 2007’an de Dengê Welat, di Sermawez’a 2008’de Welat, di 16’ê Avrêla 2009’an de Rojev, di 6’ê Gulana 2009’an de Hawar, di 13’ê Sermaweza 2009’an de Rojev û herî dawî di 31’ê Adara 2010’an de carek din Rojev derket.
Di vê pêvajoyê de derheqê Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Dîsa Midûra Karên Nivîsan Emine Demir rastî 138 cezayê girtîgehê hat. Herî dawî Midûrê Karên Nivîsan Ozan Kilinç rastî 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat û ev ceza li dadgeha bilind hate rawestandin. Her wiha dîsa ji dosyayek din 6 sal ceza jê tê xwestin. Kilinç û Kurşun ku 5 salan û Kilinç jî pişti 3 salan girtî man, bertekên civakê û parastina parêzeran serbest hatin berdan. Midûrê Karên Nivîsan Mehdî Tanrikulu jî ji ber bi kurdî parastin kir hate girti û dîsa serbest hate berdan.
Rojnamegerên Ozgur Gundem, Azadiya welat û çapemeniya azad yên ji salên 1990’an heta îro jiyana xwe ji dest dan
Di 25’ê Sibata 1992’yan de li Êlihê nuçegihanê Yeni Ulke Cengiz Altun, di 2’yê Pûşbera 1992’an de li Nisêbînê nuçegihanê Yeni Ulke Mecit Akgun, di 8’ê Pûşbera 1992’an de nuçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir, di 29’ê Tirmeha 1992’yan de li Êlihê xebatkarê kovara Ozgur Halkê Çetin Ababay, di 9’ê Tebaxa 1992’an de li Kercewsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Yahya Orhan, di 9’ê Tebaxa 1992’an de li Serê Kaniyê nuçegihanê Ozgur Gundemê Huseyin Deniz, di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê nivîskarê Ozgur Gundemê Musa Anter, di 19’ê Çileyê 1993’an de li Wanê nuçegihanê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 18’ê Sibata 1993’an de li Rihayê nuçegihanê Yeni Ulkeyê Kemal Kiliç, di 28’ê Tirmehê 1993’an de li Bedlîsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 12’ê Adara 1994’an de li Sîwerekê nuçegihanê Gundemê Nazim Babaoglu, di 29’ê Gulanê 1994’an de li Êlihê nuçegihanê Ozgur Ulke Îsmaîl Agay, di 3’yê Berfambara 1994’an de li Stenbolê xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersin Yildiz, di 28’ê Tebaxa 1995’an de li Bedlîsê nuçegihanê Yenî Politikayê Seyfettin Tepe û dîsa Mehmet Şenol ji hêla kontrayan ve hate qetil kirin.,
Belavkarê rojnameyan yên ku hatine qetil kirin jî ev in: Di 21’ê Sermaweza 1992’an de Halîl Adanir, di 31’ê Berfambara 1992’an de Lokman Gunduz, di 16’ê Sermaweza 1993’an de Kemal Ekinci, di 5’ê Pûşbera 1993’an de Tegmen Demir, di 14’ê Pûşbera 1993’an de Haşim Yaşa, di 28’ê Îlona 1993’an de Zulkuf Akaya, di 9’ê Sermaweza 1993’an de Adil Başkan, di 10’ê Sermaweza 1993’an de Yalçin Yaşa, di 19’ê Sermaweza 1993’an de Kadir İpeksumer, di 27’ê Sermaweza 1993’an de Adnan Işik, di 3’yê Berfambara 1993’an de Mehmet Sencer, di sala 1998’an de Nihat Yakut, di 2003’an de Hikmet Yakut, Mehmetcan …, İhsan Yakut, Siraç Pençe, Yahya Yakut û herî dawî li Eden’ê di 3’yê Avrêla 2010’an de Metin Alataş ji hêla hêzên tarî ve hatin qetil kirin. Cemal Akar, Nesrin Teke, Esen Aslan, Derviş Koşker, Enver Polat, Sinan Cemgil Kahraman, Engin Kişin, Hasan Aydin, Ayfer Serçe, Halil Uysal, Mazlum Erenci, Burhan Karadeniz, Bahattin Karakutuk, Adnan Işik, Îsmail Agaya M. Zeki Aksoy, Enver Ozçelik, Mehmet Sencer, Musa Duru, Hidir Çelik, Behzat Eraslan,
Siraç Pençe, Mehmet Can Gunduz, Fahrettin Dulçek, Cengîz Kirik, Botan Oner, Mehmet Ali Unvercan, Aydın Pençe, Mahmut Yener, Yusuf Karauzum, Mehmet Kara, Sevdin Nergiz, Ziyadin Gunay, Turan Taş, Ahmet Bolkan, Şahap Donmez, Taner Elçi, Azat Unal, İdris Atak, Gulistan Yalçin, Lokman Batur, Volkan Eryigit, Deniz Firat, Kadri Bagdu, Mustafa Aggul, Kısmet Sevim, Ahmet Sado,
Yekem Qanal Nûçeyan a kurdan Nuçe Tv dest bi weşanê kir
Pieştî Stêrk Tv dest bi weşanê kir, di 4’ê Adara 2012’an de di weşanên gurdan de gavek din ya dirokî hate avetin. Di cîhanê de yekem weşana kurdan a nûçeyan NÛÇE Tv dest bi weşanê kir. Nûçe Tv, bi dirûşmeya “Dema Rastiye” dest bi weşanê kir. Nûçe Tv bi zaravayen kurmancî, soranî, dimilî, hewramani û zimanên tirkî, erebî û îngîlîzi dest bi weşanê kir.
Televizyonên kurd ev in: Nûçe Tv, MMC TV, Gun Tv, Newroz Tv, Ronahi Tv, Gkurdistan Tv, Kurdistan Tv, Kurdsat Tv, Rojhelat Tv, Zagros Tv, KNN Tv, Tishk Tv, Korek Tv, Vin Tv, GK Hewler, Kurd1 Tv, Asosat Tv, Payam Tv, Hawler Tv, Stêrk Tv, Kanal4 Tv, Jamawar Tv, KPC Tv, Kliksat Tv, Peyam Tv. Ev televizyon hem li ser satelaytê hem jî li ser înternetê tên temaşekirin. Herî dawî televizyonên kurd li ser Iphone jî tên temaşe kirin.
Dîsa îro li ser satelaytê û înternetê gelek radyoyê kurd weşanê d ikin. Radyoya Erîvan xweyî cihekî girîng e. Dîsa Gun Tv û Gun Radyo jî divê neyê jibîr kirin. Îro bi sedan malperên înternetê jî weşana kurdî dikin.
Zextên li ser çapemeniya kurd di 2011’an de derket asta herî jor
Di 20’ê kanûna 2011’an de bi fermana 9’emîn Dozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya ‘KCK’ê de li 7 bajaran li dijî buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Etîk Ajans, Çapxaneya Gun û Kovara Moderniteya Demokratîk operasyon pêk hat û ji 48 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 36 hatin girtin. Rojnamegerên hatin girtin, yên jin şandin Girtîgeha Bakirkoyê û yên zilam jî şandin Metrîsê. Yên zilam ji vir jî şandin girtîgehên Kandira 1 û 2 yên Tîpa F’yê.
Operasyona li dijî Çapemeniya Azad
Polîsên AKP’ê di 20’ê Kanûna 2011’an de li 7 bajaran li dijî çapemeniya Azad operasyonên hemwext pêk anî û di operasyonan de 40’î zêdetir rojnameger hatin binçavkirin. Polîsan li ser hemû buroyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Ozgur Gundem, Etîk Ajans, Matbaa Gun, Kovara Demokratîk Modernîte de girtin. Her wiha polîsan di ser malê gelek rojnamegera de girt.
Yekîneyên Midûriyeta Polisan li ser fermana 9’mîn de Dozgeriya Komarê ya Stenbolê bi ser buroyên DÎHA’ yên Stenbol Enqere, Îzmir, Mêrsîn, Riha, Amed, Wan û gelek malên xebatkarên ajansê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay çend roj berê di kanalekî de diyarkiribû ku operasyon bi kordîne pêk tên dê bidomin. Balkêşe pişti daxuyaniya Beşîr Atalay ev operasyon pêk hat. Her wiha rojnameya Akşamê 15’ê mehê de bi nûçeyekî çapemeniya kurd hedef nîşan dabû. Serê sibê li ser buroya DÎHA’yê ya Amedê de jî girtin. Polîsan di serdegirtina buroya Amedê de hemû alav û amûrên ajansê û arşîva ajansê desteser kir. Hate zanîn ku serê sibê polîsan xwest bi zorê deriyê buroyê vekirin, xebatkarê ajansê Abdurranman Gok piştî xwest di bin çavdêriya dozger de lêgerîn bê kirin, polîsan di bin çavdêriya parêzer serdar Serdar Çelebi de lêgerîn kirin. Lêgerîna buroya Amedê heta saetên nîvro domkir. Parêzerê Ajansê Serdar Çelebî diyar kir ku lêgerîn bi fermana 9’emîn Dozgerê Komarê yê Stenbolê ve hatiye destpêkirin.
Rojnamevanên hatin binçavkirin
Di encama operasyonên qirkirinê de e rojnamegerên ku hatine binçavkirin ev in; Ramazan Pekoz, Kenan Kirkaya, Evrîm Kepenek, Nurî Firat, Semîha Alankuş, Mazlum Ozdemîr, Sadik Topaloglu, Ertuş Bozkurt, Ziya Çîçek, Fatma Koçak, Çagdaş Kaplan, Zuhal Tekîner, Omer Çelîl, Nevîn Erdemîr, Nahîde Ermîş, Davut Uçar, Şerafettîn Sumelî, Berxwedan Yaruk, Îsmaîl Yildiz, Zeynep Kuray, Huseyîn Denîz, Sevînç Tuncellî, Dîlek Demîrel, nûçegîhanê AFP’ê Mustafa Ozer, nûçegîhanê Vatanê Çagdaş Ulus hatin binçavkirin.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan, li Tirkiyeyê 71 rojnamevan di girtîgehan de ne. Tirkiye di serdema hikûmeta AKP’ê de bûye mezintirîn girtîgeha cîhanê ya rojnamevanan. Heta niha 13 rojnamevanên DÎHA’yê di girtîgehan de ne. Di 19’ê kanûnê de jî, nûçegihanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn jî di encama serdegirtina Şaredariya BDP’ê ya Misirca Sêrtê de hatibû binçavkirin û duh hate girtin.
32 rojnameger hatin binçavkirin
Li Amedê polêsan avêt ser avahiya ku DÎHA, Azadiya Welat, Weşana Aram û KURDÎ-DERê heye, bi hinceta ‘gumana bi makul’ 32 xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û KURDÎ-DER’ê hatin binçavkirin. Di nava wan de edîtor û nûçegihanê DÎHA û Azadiya Welatê jî hene hemûyan berjêrê qata jêrê kirin û dest danîn ser telefon, nasname û tundiyê li wan kirin. Piştre polêsan ya 32 rojnameger li wesayîtên zirxî yên li dora avahiyê dorpêç kiribûn siwar kirin û birin Miduriyeta Polêsan a Amedê. Hat hînbûn ku di destê polêsan de tu destûra lêgerînê ya fermî tunebûye.Rojnamegerên hatibûn binçavkirin: Mujdat Can, Dîcle Muftuoglu, Reşît Bayram, Omer Çelîk, Devran Toptaş, Mazlum Dolan, Nurettîn Akyildiz, Siyabend Yaruk, Ercan Bîlen, Ferah Kiliç, Meltem Oktay, Ramazan Olçen, Zafer Tuzun, Zeynel Abîdîn Bûlût, Besalet Yaray, Ferît Koyluoglu, Mahmut Rûbanas, Azîz Orûç, Ayşe Nevroz, Sûzan Toprak, Nazemîn Çap, Diyar Balkaş, Mehmet Alî Ertaş.
1 – Ferhat Çiftçi; rojnameya Azadiya Welat, 2 – Gurbet Çakar Kovara Hevî, 3 – Hamit Dilbahar Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat, 4 – Kenan Karavil Gerînendeyê Radyo Danya, 5- Mikail Barut Edîtorê Kovara Ozgur Halkê. 6 – Nuri Yeşil, Nûnerê Azadiya Welat ê Dersimê, 7 -Seyithan Akyuz, Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê, 8 – Şahabettin Demir Nûçegîhanê DİHA yê Wanê, 9 – Yilmaz Kahraman Edîtorê Kovara Ozgur Halkê, 10- Mahsum (Şoreş) Edîtrê Rojnameya Azadiya Welat, 11 – Baran Karadag Belavkarê rojnameya Azadıya Welat, 12 – Cengiz Dogan Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat, 13 – Mevlut Ayag Xebatkarê Rojnameya Azadıya Welat ê Êlihê. 14 – Neval Aydın Xebatkara Azadıya Welat, 15 – Salman Akpinar Xebatkarê Azadıya Welat, 16 – Veysi Arancak Xebatkarê Rojnameya Azadıya Welat, 17 – Sibel Mustafaoglu Xebatkara Azadıya Welat, 18 – Ensar Tüncay Xebatkara Azadıya Welat, 19 – Abdulkadir Turay- Nûçegîhanê DİHA yê Mêrdîn, 20 – Nîzamettîn Yilmaz, xebatkarê rojnameya Azadiya Welat, 21 – Ali Aşikar Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat, 22 – Mazlum Dolan Nûçegîhanê DİHA yê Amedê. 23 – Semih Elitaş xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat 24- Bayram Parlak Edîtorê Radyo Cîhan, 25 – Ziya Ataman Nûçegîhanê DİHA yê Wanê. 26 – Muhammed Dogru, Nûçegîhanê DİHA yê Sakarya, 27 – Nedim Turfent Edîtorê DİHA yê Serwîsa Îngîlîzî û Nûçegîhanê Colemêrgê. 29- Ferzende Taşan Edîtorê Weşanxaneya Aramê 29 – Ozgür Amed (Ethem Çağır) Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê, 30 -Şermîn Soydan Nûçegîhana DİHA ya Colemêrgê. 31- Şerife Oruç Nûçegîhana DİHA ya Amedê. 32 – Zehra Dogan Edîtora JINHA, 33 -Hulya Karakaya Edîtor û Midûra Karê Nivîsan a Kovara Ozgur Halkê, 34– Necmiye Alpay, Endama lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundem 35 – Aslı Erdogan: Niviskar û Endama Lijneya Weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê, 36- Arafat Dayan: Midûrê karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratik Ulusê, 37-Zeynel Abidin Bulut: Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat, 38 – Zana Kaya: Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê, 39 – Înan Kizilkaya Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê 40 – Erdem Mühircî Nûçegîhanê DİHA yê Wanê. 41 – Sebahattin Koyuncu, Nûçegîhanê DîHA yê Şirnexê, 42 – Şirin Çopan; Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê Mêrsînê, 43 – İlker İlkan, Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat yê Mersinê, 44 – Arap Turan Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat -45- Ferit Toprak Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat,
Weşanên Hatin girtin
Di 28’ê Îlonê de Radyo Gun, Radyo Karacadag, Radyo Ozgur Guneş, Radyo Rengîn, Radyo Ses, Radyo Cîhan, Radyo Dogu, Radyo Dunya hatin girtin. Dîsa di heman demê de Ozgur Gun Tv, Jiyan Tv, Zarok Tv, Azadî tv û Wan Tv û TV10 jî di navde 12 tv û 11 radyo ku dengê çand, ziman û nasnameyên cuda ne hatin girtin.
Di 29’ê Cotmeha 2016’an de Weşanên hikûmeta AKP’ê girtine wihane:Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a JIN (JINHA),Rojnameya Ozgur Gundemê (Stenbol), Rojnameya Azadiya Welat (Amed), Rojnameya Nûçeyan a Yuksekovayê (Colemêrg), Rojnameya Çagdaş a Êlihê (Êlih), Rojnameya Posta a Cizîrê (Şirnex), Rojnameya Haber a Hezexê (Şirnex), Rojnameya Guney Expres (Şirnex), Rojnameya Prestij Haber (Wan), Rojnameya Urfanatik (Riha), rojnameya Kiziltepenin Sesî (Mêrdîn), Kovara Tîroj (Stenbol),Kovara Evrensel Kultur (Stenbol),Kovara Ozgurluk Dunyasi (Stenbol).
(ne)
ANHA