KENDAL ŞÊXO
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên QSD’ê di nava salekê de erdnîgariyek nêzî 5000 km2 ji çeteyan paqij kir û li herêm û cîhanê deng veda. 20 hêzên leşkerî tevlî bûn û wekî artêşa Suriyeya pêşerojê hat dîtin.
Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) di 10’ê cotmeha 2015’an hat avakirin û di 15’ê cotmehê de QSD bi daxuyaniyek çapemeniyê bi awayekî fermî hat îlankirin.
Li gorî daxuyaniyê 13 hêzên leşkerî yên ji pêkhateyên kurd, ereb, suryanî û tirkmen wekî hêzên damezirîner cîh girtin. Navên hêzên avakar wiha hatibûn diyarkirin: “Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên parastina Gel (YPG), Hêzên Senadîd, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Burkan El-Firat, Siwar El-Reqa, Şems El-Şemal, Lîwai El-Selacîqe, Kombûna El-Wiye El-Cezîre, Cebhet El-Ekrad, Ceyîş El-Siwar (Di nava wê de komên El-Emeliyat El-Xase 455, Ehrar El-Zawiye, Lîwai El-Sultan Selîm, Lîwai Şuhdai Etarib jî hene) Lîwai El-Tehrîr û Lîwai 99”.
Armanca QSD’ê jî wiha hatibû eşkerekirin: “Hêzên Suriyeya Demokratîk ku tevahiya pêkhateyên gelê Suriyeya azad digire nav xwe, bi armanca yekbûna têkoşînê, bidawîkirina rewşa perçebûnê ya di nava hêzên leşkerî li Suriyeyê de, danîna stratejiyeke bihêz ji bo rizgarkirina Suriyeyê û parastina gelê wê ji zilm û terorê, pêkanîna wekhevî û azadiyê, avakirina Suriyeke piralî û demokratîk ku her kes karibe di nav de mafê xwe yê rewa bikar bîne, azad bijî û bikaribe nasname û fikra xwe li durî metirsiya ji zilm, terorê bîne ziman, hatiye avakirin”.
QSD’ê niha salek li pey xwe hişt û ket 2 saliya xwe. Di nava vê salê de hêzên QSD’ê di warê leşkerî, siyasî û civakî de bandorek gelekî mezin çêkir û wekî hêza rewa hat qebûlkirin.
Operasyona yekemîn
QSD`ê 15 roj piştî îlankirinê, ango di 31`ê cotmeha 2015’an de li herêma Holê ya dikeve başûrê Hesekê operasyona xwe ya yekemîn li dar xist. Di encama hemleya ku 20 rojan berdewam kir de bajaroka Holê û 196 gund û gundik, ango, erdnîgariyek qasî 1400 km2 hat rizgarkirin.
Di hemleyê de 33 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan.
Bandora hemleyê û bangên alîkariyê
Operasyona Holê di nava gel û bi taybetî di nava civaka ereb a herêmê de bandorek mezin çêkir. Nexasim piştî operasyonê rusipî û rêxistinên herêmên Reqa, Tişrîn, Minbic û Şehbayê bang li QSD’ê kirin û xwestin ku herêmên wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.
Hemleya Tişrîn û derbaskirina xeta sor
Li ser van bangan, hêzên QSD’ê di 23’ê Kanûna 2015’an de operasyona xwe ya duyemîn li herêma Tişrîn a dikeve başûrê Kobanê lidar xist. Di operasyona ku 4 rojan dom kir de, herêmeke 60 km ku dikeve navbera Sirîn û Bendava Tişrîn de hat rizgarkirin. Her wiha bendav jî ji çeteyan hat paqijkirin.
Çar roj piştî rizgarkirina bendavê jî bajarokêa Tişrînê tevî hinek gundên derdora wê hat rizgarkirin.
Bi hemleyê re rêya stratejîk a di navbera bajarê Reqa û bajarê Minbicê ku çeteyan bikar di anî hat qutkirin. Her wiha xeta sor a Tirkiyeyê ku digot “Em nahêlin tu kes derbasî rojavayê Çemê Firatê bibe” hat derbaskirin.
Hemleya sêyemîn di 16`ê sibata 2016’an de li herêma Şedadê ya li başûrê Hesekê hat lidarxistin. Di hemleya ku bi nave “Xezeba Xabur” heta 22`yê sibatê dewam kir de herêmek qasî 2400 km2 ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin. Li vê herêmê li gel bajarokên Şedadê û El-Erîşe 315 gund û gundik hatin rizgarkirin.
Di hemleyê 20 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan.
Bi hemleyên Hol û Şedadê re rêya çeteyan a Musil û Reqayê hat qutkirin.
Tola Êlîn û Cudî
QSD’ê ku di armanca xwe de parastina gelê herêmê wekî erkek sereke diyar kiribû, li hemberî êrîşên çeteyan ên li ser gelê sivîl jî bersiva tund da.
Dema ku Amerîka û Rusyayê li Suriyeyê agirbest îlan kir, çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya hikûmeta AKP’ê di roja destpêkirina agirbestê, yanî di 27’ê Sibata 2016’an de êrîşî herêma Girê Sipî kir.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan wê demê ji endamên ragihandinê re ev gotinên wekî îtîrafa alîkariya çeteyan bilêv kiribûn: “Niha hevalên min agahî dan min ku bajarê Girê Sipî sedî 70 paş ve hatiye girtin”. Di van êrîşan de çeteyan gelek sivîlên ku di nava wan de zarok jî hebûn, qetil kirin.
Li ser van êrîşan hêzên QSD’ê mudaxele kirin û çete ji Girê Sipî derxistin. Her wiha di destpêka adara 2016’an de li herêma ji Çiyayê Kizwanan heta bakûrê Reqayê operasyonek berfireh lidar xist. Navê zarokên bi navê Êlîn û Cûdî ku di êrîşa çeteyan de hatibûn qetilkirin, li operasyonê hat kirin û di encamê de çete ji herêma başûr rojavayê Hesekê û gundewarên bakurê rojhilatê Reqa hatin derxistin.
Bi vê hemleyê re QSD`ê li dordora Kantona Cizîrê û herêma Girê Spî xeta parastinê ava kir.
Piştî van destkeftiyan QSD`ê li tevahiya Bakurê Sûriyeyê deng veda û 20 komên leşkerî tevlî bûn. Li gorî herêman komên tevlî bûne wiha ne:
Herêma Reqa
Lîwai Ehrar El-Reqa (18’ê Adarê tevlî bû),
Herêma Kobanê
Kombûna Firat-Cerablus, tabûra Şehîd Firat, tabûrên Şuhedai El-Sed, Tabûra Ehrar Cerablus, Tabûra Şehîd Kazim Arif a girêdayî Ceyîş El-Siwar û Lîwai Cund El-Heremeyn.
Ceyş El-Siwar, Hêzên El-Firqe 30, Lîwai Şuhedai Rîf Idlib, Lîwai Eyîn Calût, Lîwai 99 Meşat, Lîwai El-Hemza, Lîwai El-Qeqai, Lîwai El-Meham El-Xase 455, Lîwai El-Selacîqe, Ehrar El-Şîmal, Hêzên êlên Heleb û gundewarên wê û Cebhet El-Ekrad.
Bi vî awayî hejmara komên di bin sîwaneya QSD`ê de derket 33’yan.
Rizgarkirina Minbic û guhertina dengan
Meclîsa Leşkerî ya Minbic ji bo rizgarkirina Minbic destbi hemlê kir. Hemleya Minbic 75 rojan berdewamkir. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hemû derfetên xwe alîkarî da Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.
Di vê hemleyê de 4 hezar çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û 112 çete hatin girtin.
Her wiha 264 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jiyana xwe ji destdan.
Destekdayîna rizgarkirina Minbicê
Dema ku di 1’ê hezîrana 2016’an de operasyona rizgarkirina Mincbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, hêzên QSD’ê piştgiriya xwe eşkere kir. Her wiha heta rizgarkirina navenda bajar di operasyonê de cîh girt.
Dîsa dema ku meclîsên leşkerî yên herêmên Bab û Cerablusê hatin îlankirin jî, QSD’ê piştgiriya xwe ya ji bo van hêzan eşkere kir.
Dengvedana siyasî
Hêzên QSD’ê li gel bandorek mezin a di nava gel de û serkeftinên leşkerî, di qada siyasî de jî deng veda. Dema ku li peytexta Erebîstana Suidî Riyadê li ser Suriyeyê civîn dihat lidarxistin û komên çete dihatin tevlîkirin, di 9 û 10’ê Kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê cara yekemîn hêzên esasî yên Suriyeyê kongreyek lidar xistin. Di vê kongreya ku nûnerên ereb, kurd, suryan, asûrî, Turkmen, çeçen ên tevahiya bakûrê Suriyeyê tevlî bûn de, Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) hat avakirin.
Piştî avakirinê, MSD’ê eşkere kir ku ew QSD’ê wekî hêza xwe ya leşkerî dibînin. Fermandariya QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew MSD’ê wekî îradeya xwe ya siyasî dibînin.
Li gel van geşedanan hêzên QSD’ê li aliyekê di nava civakê û pêkhateyan de hîn zêdetir deng veda, li aliyê din jî bandora xwe li ser herêmên din ên Suriyeyê jî çêkir. Wekî encamek vê bandorê, bi taybetî li herêmên wekî Reqa û Helebê gel û rêxistinên wan banga alîkariyê li QSD’ê kirin.
Di qada navnetewî de jî QSD’ê deng veda û wekî hêzek rewa hat dîtin. Nexasim Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê di operasyonên rizgarkirina herêmê de piştgiriya QSD’ê kir.
Performansa ku QSD’ê di nava salekê de nîşan daye, hişt ku ew wekî hêzek esasî ya parastina gelên Suriyeyê bê qebûlkirin. Di rewşa niha de, li tevahiya Suriyeyê wekî tekane hêza ku herî baş xwe birêxistin kiriye û dikare parastina herêmê bike tê dîtin. Her wiha QSD ji aliyê gelek derdoran ve wekî artêşa Suriyeya pêşerojê jî tê pênasekirin.
(a)
ANHA