GIRÊ SIPÎ – Pîştî 4 salên dijwar herêma Girê Sipî di encama operasyonên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Firat ên bi hevkariya gelên herêmê hate rizgarkirin. Bi heman hevkariyê sîstema xweser hate avakirin û bû nimûneyek Suriyeya pêşerojê.
Di demeke ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û hêzên ku piştevaniya wan dikin li gelek cihên Suriye û belav bû de, tirsek mezin ketibû dilê gelên van herêman û hêviya wan têk diçû. Lê dema ku hêzên YPG/YPJ’ê li Kantona Cizîrê û bi taybetî jî li Kantona Kobanê berxwedanek mezin nîşan da û destan nivîsandin, hêviyên şikestî jî hêdî hêdî vegeriyan. Li Cizîr û Kobanê ji bilî kurdan gelên din jî di kozikên berxwedanê de cihê xwe girtin û ji wê jî wêdetir xwe birêxistin kirin. Cara yekemîn hêzeke wekî YPG’ê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê û hevalbendên wê derket û ew têk birin. Bi vî rengî jî li tevahiya cîhanê deng vedan.
Ev berxwedan qasî ku li cîhan û Kurdistanê deng veda, li herêmên Rojava yên di bin dagirkeriya çeteyan de jî heman bandor çêkir. Nexasim piştî rizgarkirina Kobanê li gelek herêmê Cizîrê yên wekî gundewarên Til Temir ên Asuriyan, derdora çiyayê Kizwanan û Hesekê banga alîkariyê li YPG’ê kirin.
Banga rizgarkirin
Pêkhateyên li Girê Sipî jî bi tesîra van geşedanan banga rizgarkirinê kirin. Li ser van bangan hêzên YPG/YPJ’ê li rojavayê Kantona Cizîrê di 6’ê Gulana 2015’an de “Operasyona Şehîd Rubar Qamişlo” da destpêkirin û ji çiyayê Kizwanan heta bajaroka Mebrûka zêdetirî 100 gundên pêkaheyên ereb û asûrî hatin rizgarkirin. Ji aliyê Kantona Kobanê ve jî YPG’ê li gel Burkan El-Firat “Operasyona Şehîd Gelhat” da destpêkirin. Di encama van operasyonan de di 15’ê Hezîrana 2015’an de Girê Sipî ji çeteyan hate paqijkirin. Her wiha piraniya gundewarên di navbera kantonên Cizîr û Kobanê hatin rizgarkirin û herdu kanton gihîştin hev.
Vegera gel û ji nû ve avakirin
Piştî rizgarkirinê, xebatên amadekariya vegera gel dest pê kir û 3 rojan Deriyê Sînor ê di navbera Girê Sipî û Kaniya Xezalan de hate vekirin. Lê di dema vegera welatiyan de rayedarên Tirkiyeyê gelek astengî derxistin. Her wiha ji bo bicih anîna pêdiviyên serek yên jiyanî dest bi avakirina saziyên sivîl hate kirin. Li Girê Sipî saziya yekemîn ku bibû hedefa çeteyan Mala Gel bû, lewre hinekê jî bi vê mebestê saziya yekemîn a ku ji nûve hate vekirin jî Mala Gel bû. Di bin sîwaneya Mala Gel ku di 19`ê Hezîranê de hate vekirin de gelek komîteyên wekî “xizmetguzarî, têkilî, alîkarî û sotemenî” hatin avakirin.
Bingeha sîstemek jiyana hevbeş
Li aliyekekê jî ji bo avakirina bingeha jiyanek hevbeş a di navbera pêkhateyan de bêyî ku zeman derbas bibe, xebat hatin destpêkirin. Lê di vê navberê de hêzên wekî Tirkiyeyê û koalîsayona muxalefeta Suriyeyê bi îdîaya ku kurd ereban û tirkmenan ji herêmê derdixînin, propagandaya reşkirinê dan destpêkirin. Her wiha Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û hikûmeta AKP’ê jî bi gotinên wekî “Em destur nadin ku li wir tiştek ava bibe” herêm tehdît kirin. Piştî van gotinan jî gelek êrîş û kampanyayên reşkirinê hatin meşandin.
Lê gelên herêmê ku ji tecrubeyên xwe yên dema borî û tiştên bi serê wan hatine gelek sud wergirtine, guh neda van êrîşan û hîmên sîstema xweseriya demokratîk ku li Cizîr, Kobanê û Efrînê ketibûn hatinbûn avakirin, avêtin. Di 26’ê Tîrmeha 2015’an de, bi dirûşmeya “Suriye ji hemû pêkhateyên xwe re ye” Meclîsa Rûsipiyan a Girê Sipî hate avakirin. Di vê meclîsa ku ji 92 kesan pêk dihat de 50 ereb, 20 kurd, 13 tirkmen û 9 ermen cîh girtin.
Endamê Meclîsa Rûsipiyan Hemdan Ebid ev pêngav bi van gotinan anî ziman: “Girê Sipî nimûneya Suriyeya biçûk a li ser bingeha jiyana hevbeş e. Niha rêveberiyek sivîl tê avakirin û hêzên leşkerî xwe tevlî nakin. Baweriya min heye ku ev sîstem dê karibe Suriyeya pêşerojê ava bike, ji ber wê min jî cihê xwe tenê di vê sîstemê de girt. Cudaxwazî têde tune ye. Heta niha bajar ji aliyê biyaniyan ve dihat birêvebirin, lê êdî wê gelên herêmê xwe birêve bibin.”
Perwerde û xizmetguzarî
Her wiha yek ji pêngavên sereke ku hatiye avêtin, amadekariya sîstema perwerdehiyê û materyal û dibistanan bû. Piştî 4 salên dibin dagirkeriya çeteyan de, di 4`ê cotmeha 2015’an de 7 hezar û 500 şagirt careke din vegeriyan dibistanan. Her wiha firinên nan ji nûve hatin şixulandin û saziyên xizmetguzariyê yên wekî şaredarî, jin û asayîşa giştî û tirafîk hatin vekirin. Dîsa madeyên sotemeniyê ku li herderê di navbera 150-200 lîreyê Suriyeyê de tê firotin, bi buhayeke erzan (45 LS) hatin peydakirin. TEV-DEM’ê biryara ji nûve avakirina dêra ermeniyan girt ser xwe.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê ya Girê sipî Ferhad Dêrik destnîşan kir ku gelê herêmê sedî 80-85 vegeriya ye û wan jî bi armanca pêşwazîkirina xizmeta gel çend komîte ava kirine. Ferhat Dêrik anî ziman ku wan komîteyên şaredarî, tenduristî, karûbarên olî, lihevanîn, dadgeh, jin, perwerde û çandinî ava kirine û di vê çarçoveyê de genim belav kiriye.
Her wiha ji bo vekirine deriyê sînor jî xebat têne meşandin û çav li rê ye ku di demeke nêz de bê vekirin.
Xebat veguherîn pergalê
Ev xebatên ku ji meha hezîranê ve têne şopandin bûn hîmên sereke yên rêveberiya xweseriya demokratîk û êdî encam girtin. Sazî û dezgehên ku heta niha hatine avakirin, di bin navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Sipî de gihîştîn sîwaneyekê. Rêveberiya ku di 21’ê Cotmeha 2015’an de hate îlankirin, wê girêdayî Kantona Kobanê xebatên xwe bidomîne.
Îlankirina rêveberiya xweser li Kurdistan, tevahiya Suriye û cîhanê jî gelekî deng veda û ji aliyê siyasetmedaran ve wekî nimûneyek Suriyeya pêşerojê hate nirxandin.
ANHA