Quantcast
Channel: Dosya – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 197

DAIŞ têk çû, girtiyên wan rastiyan eşkere dikin-2

$
0
0

Têkiliya Tirkiyê û DAIŞê

NAVENDA NÛÇEYAN- Almîr Mîrtaskî ku bi navê Ebulrehman El-Tirkî tê naskirin endamekî çeteyên DAIŞ’ê ye. Li bajarê Cerablusê fermandarê polîsan bû. Ebdulrehman derbarê radestkirina bajarê Cerbalusê ji Artêşa Tirk  û çeteyên wê re agahiyên girîng da. El-Tirkî her wiha derbarê têkiliya di navbera istxbaratên Tirkiyê bi komên DAIŞ’ê re jî di nava têkiliyan de bûn. Ebdulrehman El-Tirkî ji nava çeteyên DAIŞ’ê reviya û xwe radestî şervanên QSD’ê kir.

Almîr Mîrtaskî welatiyekî Meqedoniye. Temenê wî 22 sal e li bajarê gundê Kîscanî ya bajarê Kîssowo hatiye dinê. Di mizgefta gundê Dirbûboî ya Meqdoniya de meletî kiriye. 6 mehan di vê xebatê de ma. Zewiciye û kurekî wî heye. Di nava çeteyên DAIŞ’ê de wekî Ebdulrehman El-Tirkî hate nasîn û li Cerablusê wekî Cîgirê Serçeteyê (emîrê) Ebû Fehed El Mexirbî ku rêveberiya “Polîsên Islamî” ya bajarê Cerblusê dikir hate erkdarkirin.

Çawa DAIŞ‘ê nas kir

Almîr Mîrtaskî dema dersên Islamî li ser malperên civakî dişopand bi bandor bû û wekî kesekî ku şerîeta DAIŞ’ê û cîhan li Meqdoniya belav kir, ji xwe berê jî Meleyê Mizgeftê bû. Di baweriya wî de ku DAIŞ’ê heqe û li gorî şerîeta xwedê tevdigere.

Almîr Mîrtaskî derbarê mijarê de wiha got: “Me piropoganda Ola Islamê û şerê li Sûriyê dikir. Me piropoganda dikir ku DAIŞ’ê bi heqiya xwedê kar dike û şerê wan cîhad e.Ev yek destpêkê pêk hat, heta min yekî DAIŞ’yî li Sûriyê nas kir û di riya Internêtê re ji min re rêxistin pênase kir û behsa cîhadê kir.Ji min re dîmenên şer û çawa welatî  û zarok têne kuştin şandin, her wiha digotin tu dibîne çawa gel koçber dibe. Destpêkê dema baweriya min pê hat, min destpêkê li cihê xwe dest bi xebatên rêxistinî kir û tiştên min nas kir ji ciwanên Meqedonî re digot. Ev xebat piranî di riya Internêtê pêk dihat. Min wan bi rêxistinê dida nasîn, heta sefera min a Sûriyê pêk hat bi wan re di nava têkiliyê de bûm.”

Çû Tirkiyê û li navenda DAIŞê ya Entabê ma

DAIŞ’ê toreyeke xwe ya diyar û bi pîlan li Tirkiyê ava kir. Her wiha navendên xwe yên tijî çekên navîn û sivik li Tirkiyê ava kirin. Ev yek li Entab û Rîhaniyê eşkere dihate kirin. Hejmarek mezin ji çeteyan li van bajaran dihatin rêxistinkirin. Çeteyên li wir bi çeteyên biyanî re di nava têkiliyan de bûn. Her wiha riya derbasbûna wan a Sûriyê vedikirin. Di nava çeteyên ev karê çeteyên DAIŞ’ê pêk tanîn çeteyên bi navê Ebû Bekir El-Tirkî û Ebû Umer El-Tirkî ku têkiliya wan yekser bi istixbaratên Tirkiyê re hebû, hene.

Almîr Mîrtaskî, derbarê vê mijarê de ev agahî dan: “Dema min biryar da ku ez derbasî Sûriyê bibim. Di riya Internêtê re bi endamê DAIŞ’ê Ebû Elî EL-Bosnî re ketim nava têkiliyê. Ew berpirsyarê endamên DAIŞ’ê yên muhacir ku ji Meqdoniya û Bosna berê xwe didin Tirkiyê. Ji min re got ji Meqdoniya derkeve û dema tu hat Tirkiyê ez ê agahiyên berfireh bidim te. Di roja 20’ê ‘îlona 2014’an de ez ji Meqdoniya derketim. Dema ez gihiştim Tirkiyê di roja din de min sîm kartek Tirkiyê kirî û ez bi Ebû Elî El-Bosnî re axivîm. Ji min re got here Entabê û li wir wê hin kes li benda te bin. Dema ez gihiştim Entabê bi rastî jî li balafirgehê Ebû Umer El-Tirkî û Ebû Bekir El-Tirkî pêşwaziya min kirin. Ez bi xwe re birim navenda DAIŞ’ê ya Entabê. Li wir navend tijî bû. Hejmarek çeteyên di şerê Kobanê de birîndar bibûn jî hebûn. Navenda wan xaniyekî ji 2 qatan bû, ji bo pêşwazîkirina endamên DAIŞ’ê yê ji derve tên hatibû amadekirin. Qatê yekem ji bo koçberan hatibû amadekirin û qata duyemîn jî ji bo birîndaran û bijîşkên taybet hatibû amadekirin. Hemû çete bi cilên xwe yên leşkerî di wir debûn. Ez li vir 2 rojan mam, qedexebû em ji navendê derkevin.”

Derbasî Sûriyê bû û bû cîgirê Emîr

Piştî 2 rojan çeteyên DAIŞ’ê Almîr Mîrtaskî bi erebeyekê ji navenda Entabê dibin û derbasî Sûriyê dikin. Otobîs wan ji Entabê radikin û derbasî herêma Raî ya Helebê dikin. Ji vir  otobîs li gundekî radiweste û paşê bi meşê riya xwe dewam dikin. Almîr Mîrtaskî derbarê mijarê de wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em derbasî gund bûn endamên DAIŞ’ê ku hejmara wan derdora 400 kesî bû pêşwaziya me kirin û em ji wir birin Cerblusê. Em li wir li dibistanekê 10 rojan kom bûn. Paşê Serçeteyê tabûra Ebû Eyûb El-Ensarî hatin û ez birim Reqayê. Ji wir jî ferza min li herêma gundên Helebê çêbû. Ez li wir 9 mehan mam. Paşê ji bo di nava rêveberiya polîsên Islamî ya Cerblusê hatim şandin. Ez 6 mehan li ser benda Emarîne ya riya ketina Cerbalusê mam, paşê jî ez wekî cîgirê Emîrê Polîsan hatim erkdarkirin.”

DAIŞê bi Îstixbaratên Tirkiyê re di nava têkiliyan de ye

Almîr Mîrtaskî da zanîn ku ew wekî polîsên islamî karê xwe dikirin, lê komîteyek taybet hebû ku bi istixbaratên Tirkiyê re di nava têkiliyê de bûn û got ku navê wê komîteyê jî “Komîteya Danûstendinan” bû. Derbarê karê komîteyê jî Almîr Mîrtaskî ev agahî dan: “Komîte ji fermandar û serçeteyn DAIŞ’ê pêk tê. Tenê ew komîte dikare civînên bi vî rengî lidar bixe. Tu kes ji me derbarê vê komteyê ne xwedî agahî ne. Derbarê itîfaqên dihatin kirin de jî tu agahî ji me re ne dihat got. Lê min hin endam nas dikirin ku ji min re digotin ku ew li ser sînorê Tirkiyê bûn û çek derbas dikirin. Di nava çekên dihatin derbaskirin dorbînên şevê, qenas,çekên giran û qenasên pêşketî jî hebûn. Her wiha cilên leşkerî û çekên taybet ku balafirên keşfê wan nebîne hebûn. Di mijara bazirganiyê de jî neft di riya Cerblusê derbasî Tirkiyê dihate kirin, gelek tunel jî ji bo derbaskirina neft ji Tirkiyê re li Cerblus û gundên wê hatibûn amadekirin.”

Fermandarên DAIŞê bûn fermandarên Mertala Firatê

Çeteyê DAIŞ’ê yê Meqdonî Almîr Mîrtaskî derbarê radestkirina Cerblusê ji Tirkiyê re agahî dan û wiha got: “Radestkirina Cerblusê di riya itîfaqekê re teslîmê Tirkiyê hate kirin. Waliyê helebê Ebû Nûrî El-Urdinî ku bi xwe xelkên Cerblusê ye, civîn ji fermandarên DAIŞ’ê re lidarxist. Civîn li qereqola Cerblusê hate lidarxistin û mijara vekişandinê û teslîmkirina bajar ji Tirkiyê re hate şîrovekirin. Emîrê me yê leşkerî yê wîlayeta Helebê çawaniya derketa ji Cerablusê ji me re şîrove kir, da ku Tirkiyê dest dîne ser bajar. Ev jî wê bi behaneya di navbera kurdan û Artêşa Tirk de şer derketiye wê pêk were. Piştî demeke kurt ferman ji fermandarên DAIŞ’ê ji me re hat ku em ji bajar vekiş in. Da ku hêzên Tirkiyê derbasî Cerblusê bibin. Hin ji endam û serçetyeên DAIŞ’ê di bajar de man û piştre bûn endamên Mertala Firatê ya girêdayî Tirkiyê. Ji van emîrê bi navê Ebû Merlîbî yê ji bajarê Meskene ya Helebê û Ebû Esîr El-Camil ê ji gundê Camil a Cerablusê û gelek kesên din, li Cerblusê man.”

JI DAIŞê veqetiya û xwe radestî QSDê kir

Almîr Mîrtaskî di dawiya axaftina xwe de jî derbarê veqetandina xwe ya ji çeteyên DAIŞ’ê wiha axivî: “Dema em di nava çeteyan de bûn, me zulma DAIŞ’ê û polîsên bi navê Hisbê ya li dijî sivîlan didît. Me didît çawa welatiyên sivîl bi awayekî hovane qetil dikin. Her kes wekî kafir hesab dikirin. Jinên Êzîdî wekî kole ji xwe re dibirin. Dema şervanên QSD’ê nêzîk me bûn, min biryar da ku ez xwe radestî wan bikim. Ji ber em dizanin ku Artêşa Azad û komên din, komên şêlandinê ne. Di nava me de besa kurdan û hêzên QSD’ê û nêzîkatiya wan a bi dîlên şer re dihate kirin. Digotin ku bi awayekî mirovî nêzî mirovan dibin. Ji ber vê min biyar da ku ez xwe radestî wan bikim. Bi rastî jî ew nûnertiya demokrasî û mirovahiyê dikin. Ez di dawiyê de jî dixwazim tiştekî bibêjim, DAIŞ’ê qet nûnertiya dewleta islamî nake, ew rêxistinek teroriste û ola Islamê ji wan biriye. Şîreta min ji hemû insanan re ewe ku tevlî DAIŞ’ê û yên wekî wê nebin. Ên di nava wan de jî ez ji wan re dibêjin ku xwe radestî QSD’ê bikin.”

SIBE: Bi piropoganda çeteyan hatin xapandin

(dc)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 197

Trending Articles


Mide ağrısı için


Alessandra Torre - Karanlık Yalanlar


Şekilli süslü hazır floodlar


Flatcast Güneş ve Ay Flood Şekilleri


Gone Are the Days (2018) (ENG) (1080p)


Yildiz yükseltme


yc82


!!!!!!!!!! Amın !!!!!!!!!


Celp At Nalı (Sahih Tılsım)


SCCM 2012 Client Installation issue