FERHAD ŞAMÎ
Ji cihûwarkirina sîstematîk li herêmê, sedem û encamên wê
Hikûmeta Erdoxan AKP`ê di destpêka buyerên li Sûriyê weke rewşa Lîbya nirxand û destê xwe dirêjî Sûriyê kir.
Lêkolîner Ehmed Tozan di lêkolînkirina diyardeya koçberiyê li Sûriyê diyar kir ku Tirkiyê di hilbijartinên xwe yên 7`ê hezîranê sala 2015`an de koçberên Sûriyê dûrî zagonên navdewletî, weke bernameyeke siyasî ji bo partiyên siyasî yên Tirkiyê ku di serî de AKP`ê, bikar anîn.
Koçberkirina bi melyonan gelên Sûriyeyê ku sedema wê rejîma Sûriye a Baas bû Erdoxan û hikûmeta xwe niyeta xwe ya bikaranîna van koçberan vekirî anîn ziman.
Hikûmeta Erdoxan ji aliyê dozên navdewletî ve hat tewambar kirin ku alîkariya DAIŞ`ê dike û çeteyan di sînorên xwe re derbasî Sûriyê dike. Rojnamevanan jî silavdayîna çeteyên DAIŞ`ê û leşkerên Tirk li ser sînor herêma Girê Spî belge kirin. Tevî vê yekê jî Erdoxan daxwaza herêmên bi ewle kir. Di vê rewşê de Erdoxan ji bo çi û ji kî re dixwaze mijara pirsê ye?
9`ê mijdara 2012`an dema ku çekdarên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra ji Tirkiyê li ser sînorê di navbera Serekaniyê û Ceylan Pinar derbasî Sûriyê dibûn. Ji aliyekî dîtir ve Tirkiyê şerê taybet li ser gelê kurd ên Sûriyê dida meşandin. Di bin navê Artêşa Azad Serekaniyê dagirkir û rejîma Sûriyê ya Baas wê Serekaniyê topbaran bike, deriyê koçberiyê li pêşiya gelê kurd vedikirin û leşkerên Tirk têlên sînor ên li beramberî bajarê Dirbesiyê li pêşiya gel radikirin.
Rojnamevanên Tirk jî ji aliyê Tirkiyê ve li ser sînor amade bûn û wêneyên koçberan ku tê de peyamên bi melyonan gelê Sûriyê derbasî Tirkiyê bûne, bidin dikşandin.
Berî van buyeran sala 2011`an çalakvanên kurd belgeyeke fermî ku Tirkiyê û PDK`ê li Hewlêrê bi hev re pîlan dikin ku Rojava vala bikin û ji bo koçberên Rojava ji xwe re bidin bikaranîn li başûrê Kurdistanê li kampên taybet bi cih bikin, belav kirin.
Tirkiyê di guhertina ku dixwest li Sûriyê û bi taybet li herêmên wê yên bakur pêk bîne, têkçû. Dema ku QSD`ê yek ji kelehên herî girîng a çeteyên DAIŞ`ê Minbic rizgar kirin, Tirkiyê destwerdana xaka Sûriyê kir û bi hevpeymaneke bi DAIŞ`ê re Cerablus û Bab dagir kirin.
Li wan herêman û bi taybet li Cerablusê dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî hovane êrîşî ereb û kurdên ku li hemberî dagirkeriya wan serî hildan, kir.
Piştî 9 mehan li ser dagirkeriya Tirkiyê ya Cerablusê derbas bû tenê %20 ji şêniyên Cerablusê vegeriyan bajarê xwe.
Bajarê Babê jî ji %80 ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat rûxandin û bi deh hezaran şêniyên Babê berê xwe dan kantona Efrînê.
(np/dc)